PeyamaKurd - Heyva Sor a Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav sê rojan de herî kêm 14 sivîl di encama êrişên Tirkiyê de bûne qurbanî û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.
Êriş û operasyona artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê li dijî Rojavayê Kurdistanê kete roja çaran.
Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, di maweyê sê rojan de herî kêm 14 sivîl bûne qurbaniya şerî 46 sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên heman saziyê, di nava qurbanî û birîndaran de gelek zarok û jin hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin