PeyamaKurd- Behsa 32 saliya koça rehmetî Îdrîs Barzaniye. Behsa roja koça dawiyê ya şexsiyet û Kurdperwerê mezin Îdrîs Barzaniye. Ew roj bû di 31.01 1987 ji Tehranê hatibû bajarê Urmiyê da here mala xwe ya li Silêvana. Şerê navbera Iraq û Îranê dewam dikir. Hêzên hewayî yên Iraqê bajarê Urmiyê taxa pêleweran bombebaran kiribû, gelek Kurd hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Dema Barzanî wan dîmenan li ber çavê xwe dît, wijdana Barzanî qebûl nekir û heya ber destê êvarê, bi kuştî û birîndaran bi xwe meşxûl bû. Gelek westiyabû. Ber destê êvarê kete ser rêya Silêvana. Ji Urmiyê dûr nîn bû. Êvarê giha malê da şîvê bixwe. Ew bo xebata milletê xwe ranewstiyabû lê mixabin dilê wî rawestiya. Serboriya roja dawiyê ev bû. Di temeneke gelek gênc ku pêdiviya milletê Kurd pê hebû, bi biratiya wî û dîplomasiya wî hebû, pêdiviya malbata wî pê hebû, bê ew xatir bixwaze, dilê wî lê tenê dilê wî bê xatirxwestin çû.
Berhemên wî û xebatên wî man. Lewra ye her Kurd, dostên Kurd û dijminên Kurd yên rast her dem behsa wî bi serberzî dikin. Serma, berf, bahoz, sirgûn, şer, birs nikaribû wî bide rawestandin. Ew bi diya xwe re li sirgûnê bû. 12 salan bavê xwe nedît. Têkoşiya. Di gelek cepheyên şerê li dijî dijminan serpereştiya şeran kir. Di nava biryarên şerê li dijî dijmin ew hebû. Di encama topbarana petrola Kerkûkê de hêviyek çêbû û 11 ê adarê ya sala 1970 yan hat. Sala peymangirêdanê. Serkirdayetiya Kurd biserket. Îdrîs Barzanî yek ji endazyarê peymana 11 ê adare.
Di dema peymana 11 ê adarê îmzekirin, rehmetî Îdrîs Barzanî 30 salî bû. Ew çend zekî, siyasî, mirovek aram û bê tawîz bû. Hemû tecrubeyên Barzaniyê mezin derbasî wî bûbûn. Ne tenha tecrubeyên bavê wî, yên hevalên bavê wî jî. Gelek qedir dida wan hevalên têkoşer yên bavê xwe. Ew serapê xwedî tecrube bû. Di damezrandina Kurdistana payîtexta wê mahabad de, tenê 2 salî bû.
Peymana 11 ê adarê 4 sal temam dewam nekir. Barzaniyê mezin û her dû kurên wî rehmetî Îdrîs û Mesûd Barzanî vekişiyan çiya. Bexda xalên peymanê nedianî cî. Di 4 salan de xwe xurt kiribû Bexda. Bexda tenê ne xema Barzaniyan bû. Esas pişta wan peymana Cezayîrê şikand ku hemû dewlet li Kurdan bûbûn yek dev û yek dest. Barzanî car din xema peymana Cezayîrê nedixwarin lê tiştekî din pişta Kurdan û rehmetiyê Îdrîs û Mesûd dişkand: Nexweşîna Barzaniyê mezin. Tevî wî awayî di çeperên şer de dijminan dişkandin lê salekî li Îranê man û navbera dane şerî. Di şorişa gulanê de, bar ketibû ser pişta rehmetî Îdrîs û birayê wî serok Mesûd Barzanî.
Bi dîplomasiyeka baş karibin ji Îranê şorişa Gulanê bimeşînin. Di çareserkirina arîşeyên navbera partî û xelkê de, dikaribû seyra bûyeran xweş îdare bike. Di dîplomasiya derve de gelek serkeftî bû. Di nava Kurdan de xwe bi xwe karibû ewilî cepha cot û paşî hemû partiyan bîne cem hev û bereyê Kurdistanî ava bike.
Çawa me li jorê behsa roja dawî ya rehmetî Îdrîs Barzanî kir, ji xwe wefata wî ber destê şevê bû. Ew şev hemû wecîbe hatin cî. Cenazê bavê wî rehmetî Mele Mistefa Barzanî berê neqlî binê Çiyayê Zagrosan gundê Helecê kiribûn. Diviya cenazê rehmetî Îdrîs jî bibirina cem bavê wî. Cenaze bi jimareke qelebalix birin gundê Helecê û li rex bavê wî Mele Mistefa Barzanî defin kirin. Heya roja ku cenazê wan di roja 06.11.1993an de hatin neqilkirin bo devera Barzan, bav û kur bi hevre li gundê Helec di bin kontrola yekîneyeka pêşmergeyan de man.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin