Kuweyt: Di roja dawî de bi 14 dronan êrîşî me kirin

Kuweyt: Di roja dawî de bi 14 dronan êrîşî me kirin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku ji 14 balafirên bêmirov (UAV) yên ku di 24 saetên dawî de welat hedef girtine, heşt ji wan hatine desteserkirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê Kolonel Saud el-Etwan, di daxuyaniyekê de bal kişand ser êrîşên li ser qada hewayî ya welêt ji aliyê Îranê ve.

Etwan diyar kir ku di 24 saetên dawî de 14 UAV li qada hewayî ya Kuweytê hatine tespîtkirin û heşt ji wan hatine xistin.

Wî tekez kir ku her çend pergalên parastina hewayî van UAVan xistine xwarê jî, perçeyên moşekên ku dikevin li hin deveran zerarên madî çêkirine û sê personelên leşkerî jî sivik birîndar bûne. Wî zêde kir ku birîndar têne dermankirin û rewşa wan baş e.

Etwan herwiha destnîşan kir ku sê ji UAVan Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê hedef girtine û pergala radarê ya balafirgehê xera kirine, lê ti qurbanî çênebûne.

Etwan diyar kir ku her sê dronên ku welat hedef digirin li deverên vala ketine.