Bi dronan êrîşî deriyê Kuweyt û Iraqê kirin

Bi dronan êrîşî deriyê Kuweyt û Iraqê kirin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand ku deriyê sînorî yê "Ebdelî" yê ligel Iraqê rastî êrîşeke dronî hatiye û di encamê de ziyanên madî di derî de çêbûne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Siûd Etwan îro 23yê Tîrmehê işkere kir ku deriyê sînorî yê Ebdelî, ku dikeve ser sînorê Kuweyt û Iraqê, rastî êrîşeke "dijminane" ya dronan hatiye.

Etwan got, di encama vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne, lê belê hinek ziyanên madî gihîştine devernê û ragihand, tîmên pispor bilez piştî bûyerê dest bi xebatan kirine û ji bo parastina ewlehiya herêmê ligel saziyên pêwendîdar tedbîrên pêwîst standine.

Berdevkê Wezaretê diyar kir, tîmên çavdêrî û pûçkirina teqemeniyan ên Hêzên Bejayî, li qadê xebatên xwe yên paqijkirin û rakirina bermayiyên dronan didomînin.

Dawiyê hate tekezkirin ku hêzên çekdar ên Kuweytê bi erk û berpirsiyariyên xwe radibin û di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne. Herwiha hat gotin ku artêş ji bo parastina sînorên Kuweytê û dabînkirina aramî û ewlehiya welat, her dem şiyar e.