PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li demjimêr 03:00yê şevê li Diyarbekirê polîsan bi ser malekê de girt û di pevçûneke çekdarî de kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîsekî taybet jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyên medya tirk, li navçeya Baglar a Diyarbekirê bi hinceta ‘hebûna terorîstan’ polîsan bi ser malekê de operasyon pêk anî.
Di wê operasyonê de kesek hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye û jin û mêrên xwediyê malê jî hatine binçavkirin.
Li gorî ragihandinê kesê ku hatiye kuştin, bi teqekirinê bersiv daye banga ‘teslîmbûnê’ ya polîsan û ji ber wê jî hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin