PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Sakarya li navça Karasuyê kesê bi navê Vahit Abdulhakim (33) li ser banê xanî dema borûya hesin paqij dikir, bi sedema ser xanî şil bû, elektrîkê pê girt lê piştî 20 deqeyan karibûn wî ji ser ban bînin jêr.
Piştî ji ser ban daxistin, wî birin nexweşxana dewletê ya Sakarya û j, wê derê jî birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê. Lê Vahit Abdulhakim li nexweşxanê can da.
Rûdan, di seha mesîrê ya bi navê Küçük Boğazê de qewimî. Hat ragihandin ku Vahit Abdulhakim ji xelkê Iraqê ye. Dema elektrîk pê digre li dora 20 deqeyan nikarin mudaxelyê wî bikin ji ber zemîn şil e.
Şilbûna zemînê astenge li pêşiya mudaxeleyê ji ber elektrîk di zemîna şil de xetere û her kî mudaxele bike, elektrîk pê digre.