PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Hawêl (Baykan) jina bi navê Naime Gölbaşı (55) li gundê Madaran (Meşelik) krîza dil derbas kir û xwestin wê bigihînin nexweşxanê. Lê ji ber baran dibariya û rê tije ava lehiyê bû minibusa ku nexweşê dibir nexweşxanê di nav avê de ma.
Li ser agahdarkirina tîmên AFAD, UMKE, cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Minibusa di avê de mabû bi alava şaredariyê kişandin bejayiyê û tîmên tenduristiyê mudaxeleyê nexweş kirin da wê rizgar bikin.
Tevî mudaxele hat kirin da jinikê rizgar bikin jî, Naime Gölbaşı wefat kir. Cenazê Naime Gölbaşı ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana Sêrtê ya perwerdê û lêkolînê.