Rêya Dêrsîm û Xarpêtê ji ber lehiyê hat girtin

Rêya Dêrsîm û Xarpêtê ji ber lehiyê hat girtin

PeyamaKurd - Li navçeya Qowanciyanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ya ku doh ji nişka ve dest pê kir lehî rabû û trafîk asteng bû.

Ji ber bilindbûna asta avê û lehiyê, rêya sereke ya di navbera Xarpêt û Dêrsîmê de ji her du aliyan ve bi temamî hat girtin û ji kar ket.

Hate diyarkirin ku zirareke mezin gihîştiye zeviyên çandiniyê, malên welatiyan, kargeh, avahiyên saziyên fermî û gelek otomobîlan.

Herwiha ji ber girtina rê û şapeyê welatiyek di nav otomobîla xwe de asê ma, lê piştî agahdarkirinê, tîmên rizgarkirinê bi hevahengiya polîs, cenderme û karmendên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê û ew kes rizgar kirin û şandin nexweşxaneyê.