PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke çavdêriya civakî û tawanên sîber de, qedexe li ser 354 malperan hat danîn û hatin astengkirin.
Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tawanên Sîber a girêdayî Fermandariya Cendirmeyan, di encama operasyonekê de bi hincetên cuda 354 malper asteng kirin.
Hat zanîn ku hinek ji wan malperan bi hinceta propagandeya PKKê kirine û yên din ji ber karên neyasayî û yên wekî qumarê hatine astengkirin û girtin.
Hat diyarkirin piştî operasyona sîber a Fermandariya Cenderme û tesbîtkirina malperan, ketina wan malperan ji aliyê Saziya Komunikasyon û Teknolojiyên Zanyarî ve hatine astengikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin