PeyamaKurd - Komîteya Ewlehiyê ya Parlamentoya Îranê plana sepandina bacê li ser keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, bi fermî pesend kir. Ev gava Tehranê wekî hewildaneke ji bo xurtkirina serweriya xwe ya li ser vê korîdora stratejîk a enerjiyê tê nirxandin.
Li gorî nûçeya ku televîzyona dewletê ya Îranê belav kiriye, endamekî Komîteya Ewlehiyê diyar kir ku ev plan avakirina sîstemeke darayî ya nû dihewîne. Li gorî vê sîstemê, keştiyên ku destûra derbasbûnê werdigirin, divê mûçeyên xwe bi dravê neteweyî yê Îranê (Riyal) bidin. Her wiha hat ragihandin ku ji bo cîbicîkirina vê biryarê, Îran amadekariya hevkariyê bi welatê Omanê re dike ku li aliyê din ê tengavê cih digire.
Yek ji xalên herî baldar ên vê biryarê, qedexekirina rasterast a şirketên Amerîkî û Îsraîlî ye. Parlamentoya Îranê biryar da ku rê nede tu keştî yan şirketeke van her du welatan di tengavê re derbas bibe. Her wiha, derbasbûna keştiyên wan welatên ku ambargo li ser Îranê sepandine jî di çarçoveya vê qedexeyê de hatine girtin.
Tengava Hurmizê wekî “bihura” enerjiya cîhanê tê naskirin û nêzîkî pêncyeka (%20) petrola cîhanê di vê rêya avê re derbas dibe. Ji ber şer û rageşiya heyî, trafîka deryayî ya li tengavê niha di rewşeke “felcbûyî” de ye. Ev biryara nû ya Tehranê ya ji bo bac û qedexeyan, fikarên li ser hîn zêdetir bilindbûna bihayên sotemeniyê û astengiyên di zincîra dabînkirina global de kûrtir kirin.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev pêngav peyameke tund a Tehranê ye li dijî zextên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê ku dixwazin kontrola tengavê ji destê Îranê derxin.