Ji bo çareserkirina arîseyên di navbera xwe de PDK û YNK dê bicivin

Ji bo çareserkirina arîseyên di navbera xwe de PDK û YNK dê bicivin

PeyamaKurd - PDK Û YNK bo çareserkirina arîşeyên di navbera xwe de, dê di demeke nêzîk de civînekê pêk bînin.

Li gor Berdevkê YNKê Emîn Babe Şêx do di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ‘‘Beriya niha şanda YNKê li Hewlêrê du civînên gelekî girîng bi PDKê re pêk anîbû. Di demek nêzîk de dê civîneka din di navbera wan de were kirin. Em hêvîdar in ew civîn bibe sebeba çareserkirina arîşeyan.’’

Herwiha Emîn Babe Şêx destnîşan kir û got, ‘‘Em bawer nakin YNK û PDK ji hev dûr bikevin, ji ber ku herdu jî şirîkên hikûmetê ne. Helbet sarbûn û dûrketina wan nayê mana wê careke din nêzîkî hev nebin. Jixwe civîn û hevdîtin didomin û dê çareyek ji arîşeyan were dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin