PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li navçeya Besniyê di nav zarokan de pevçûn çêbû û malbat jî ketin nava pevçûnê. Du malbat, bi demançe û kêran lihevxistin û di encamê de 1 hat kuştin û 3 kes giran birîndar bûn.
Bûyer, ber destê êvarê çêbû. Pevçûn li ser leystika zarokan dertê û malbat dikevin nava meselê. Li ser çûna cendirmeyan bo ciyê bûyerê, şer radiweste. Kesên bi navên Mehmet Baysoy, Emrah Baysoy, Şahin Baysoy û Mustafa Akar ji aliyê tîmên tenduristiyê de tên birin bo nexweşxaneya Besniyê ya dewletê.
Mustafa Akar li nexweşxanê dimre. Cenazê Akar dixin mora nexweşxanê bo otopsiye lê her sê birîndarên din dişînin nexweşxaneya mezin ya bajarê Semsûrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin