PeyamaKurd- Fermandarê Amerîkî yê filoya 5emîn ku navenda wê Behreyne, korgeneral Scott Stearney, li mala xwe ya Bahreynê mirî hat dîtin. Hêzên deryayê yê Amerîkayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandinê kir.
Li gor beyana fermandarê tevgera deryayî amiral John Richardson nûçeya Steraney bo çapemeniyê hat ragihandin. Stearney farmandarê hêzên deryayî yê Rojhilata Navîn bû.
Richardson di beyana xwe de got ku ku îhtîmal nîne ku bi kuştinê miribe û lêpirsîna di derbarê mijarê de, bi alîkariya rêvebiriya Bahreynê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin