Li Şişli ya Îstenbolê xwendevanê zankoyê di malê de mirî dîtin

Li Şişli ya Îstenbolê xwendevanê zankoyê di malê de mirî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Şişliyê xwendevanê zankoyê yê bi navê Yağız Bilik (25) di mala wî mirî dîtin. Polîs li ser mirina xortê xwendevan lêkolînê dike.

Hevalê Yağız Bilik ji ber ji hevalê xwe agahiyê nedistand çû mala wî. Dît ku Bilik li ser ciyê razanê bê tevger e. Di malê de tîmên tenduristiyê û polîs lêkolînê kirin, di bedena wî de derbekî nedîtin lê can dabû. Dozger agahiyê ji hevalê wî yê malê sitend.

Di encamê de cenaze birin morga tiba edlî da sedema mirina wî bizanibin. Polîs lêpirsîna xwe ya li ser mirina Bilik dewam dike.