WHOyê ji bo kontrolkirina koronavîrusê tarîx da: 5 sal…

WHOyê ji bo kontrolkirina koronavîrusê tarîx da: 5 sal…

PeyamaKurd – Zanyara Serekî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Soumya Swaminathan ragihand ku ew nikarin dahatuya vîrusa koronayê pêşbînî bikin, lê bi îhtimaleke mezin kontrolkirina vîrusê wê heta 5 salan bajo.

Soumya Swaminathan got ku dibe ku ew rûbirûyî demeke bi qasî 4-5 salan in û diyar kir, her çiqas zanyarên herî jêhatî yên cîhanê ketine nav hewla pêşxistina derziyekê jî belav kirina wê derziyê jî cihê pirsê ye.

Swaminathan destnîşan kir ku heger vîrus mutasyonê bike wê derziya were pêşxistin bêbandor bibe.

Berpirsê WHOyê Swaminathan, li ser sistkirina tedbîrên rûbirûbûna koronayê ji aliyê hinek welatan ve jî hişyarî da û got ku potansiyela ku rewş xirabtir bibe heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin