PeyamaKurd- Di demekê de ku gotûbêjên aştiyê berdewam dikin, êrîşên Rûsyayê yên li ser axa Ukraynayê jî didomin.
Parêzgarê Herêma Zaporîjya Ivan Fedorov ragihand ku di 3 êrîşên asmanî yên Rûsyayê de du avahîyan zirar dîtine û zarokek jî di nav de bi giştî 26 kes birîndar bûne.
Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê jî di daxuyaniya xwe de got: "Careke din cihên niştecihbûnê yên sivîlan; mal, dibistan û qadên jiyana rojane bi zanebûn hatin hedefgirtin."
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, herwiha piştî êrîşê di hin daîreyan de jî şewat derket.