Berf bariya, kêfa Sariqamîşiyan hat ji ber werza şemateka berfê destpêkir

Dîroka Weşanê :
Berf bariya, kêfa Sariqamîşiyan hat ji ber werza şemateka berfê destpêkir

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Sariqamîşê ji ber berfa zêde bariya, nevenda şemateka berfê jî dest bi demsala şematekê kir. Ji ber kêfxweşiya Sariqamişiyan wê şematek 3 roj bê perebe û herkes karibe here navendê û tevlî werzişa şematekê bibe.

Li navçê germa hewayê daket binê sifrê 15 dereceyan. Pîstên şematekê dirêjin û bo şematekê gelek başin. Di werza şemateka berfê de dahatekî navça Sariqamîşê jî ji werzişa ser berfê tê. Otel, xwaringeh, gihandin, market û herkes jê fêde dibîne.

Qaliniya berfê li Sariqamîşê gihaye 70 cm yan û geştiyar bi şematekê û snowbardê kêf dikin. Di merasima vekirina demsala şematekê de, xwepêşandana şematekê bi meşale hat kirin, govendê girtin û kêf kirin.

Di merasimê de ji parêzegerê bajarê Qersê heya qeymeqamê navçê, karsaz, xwediyên otêl û xwaringehan û xelk tevlî merasima vekirinê bûn.