PeyamaKurd – Wezîrê bergiriya Sûriyê Murhaf Ebu Kasra ragihandiye ku serokê Sûriyê Ahmed Şara berya here Washingtonê çawa bi HSDê re bi devkî li hev kiribû, wan şertan bi fermî qebûl kiriye û bi fermî bo HSDê ragihandiye.
Payama raste rast bo Hêzên Sûriya Demokratîk şandine ku berya Şara here DYAyê di bin çavdêriya nûnerê DYA yê Sûriyê Tom Barack de çawa şertan qebûl kiribû, piştrast dike ku ji aliyê Şamê de hatiye qebûlkirin.
Li gor paymana ku HSD bi Şara re li hev kiribûn, tê de 3 beş hene ku wê HSD weka pêkhateyekî yekgirtî dê xebata xwe dewam bike.
Di beşa yekî de wê leşkerên HSDê sînorên Bakûrê Rojhilatê Sûriyê weka beşa parastvanên sînor, sînor biparêze
Beşa 2em, wê yekîneya jinan ya heyî xwe biparêze û beşa Yekîneyên jinan hebe.
Beşa 3em jî di têkoşîna li hemberê grûbên tundrew de wê bi hukumeta Sûriyê re operasyonan bikin û wê beşa têkoşîna bi terorê re hebe.
Di peymanê de heye ku bê îzna HSDê wê ti tevger an operasyonekî, Şam neke ser Bakûrê Rojhilatê Sûriyê. Ev jî tê vateya kontrola HSDê ya ser Rojava.
Şam qebûl kiriye ku HSD di dezge û saziyên dewletê de nûnerên wê hebin. Wê bo namzedên HSDê 3 cîgiriyên wezîran bidin: cîgirê wezîrê bergiriyê, wezîrê karên navxwe û yê serokerkaniyê.
Di nav pêvekê de heye ku 70 kes bo serpereştiya di nava artêşê ya di pêşde, di asta jor de wezîfe bistînin, navên 70 kesên rayedarên leşkerî hene.