PeyamaKurd- Rapora Tirkiyê ya ku bo Parlementoya Awrûpayê civîna giştî hat pêşkêşkirin ji aliyê civînê de hat qebûlkirin. Di dengdanê de 370 qebûl û 109 red derket. Di encamê de rapor hat qebûl kirin.
Di raporê de bi sedema îhlala mafên mirovan tê xwestin ku têkiliyên Yekîtiya Awrûpa û Tirkiyê bê cemidandin. Di vê mijarê de bang li Komîsyona Awrûpa û Konseya Yekîtiya Awrûpayê tekirin. Partiya gel ya Awrûpayê ku di parlementoyê de grûba herî mezine, dixwaze hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê bi temamî biqedin.
Di rapora îhlala mafê mirovan de parlementerê Hollandî Kati Piri behsa girtina Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dike ku keyfî hatine girtin. Behsa zextên ser diyanete, girtina 160 rêxistinan, gendelî, zora ser civakên ayînî, rewşa awarte, behsa komisyona rewşa awarte tekirin ku hêj 80 hezar dosya li benda encamê ne.Ev mijar hemû di eleyhiya Tirkiyê de ne.
Di 15 ê adarê de civîna Tirkiyê bi YA re li Brukselê wê hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin