Rapora NY: Îran di bin siya şer de cezayên îdamê zêde dike

Rapora NY: Îran di bin siya şer de cezayên îdamê zêde dike

PeyamaKurd -  Li gorî daxuyaniya Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ji 28ê Sibatê ve (destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê) heta niha herî kêm 21 kes li Îranê hatine îdamkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji van kesan 9 jê bi hinceta xwepêşandanên Rêbendana 2026an, 10 jê bi tohmeta endamtiya komên mûxalif û 2 kes jî bi tawana "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatine darvekirin. Rayedarên NY balê dikşînin ser wê yekê ku Tehran piştî destpêkirina şer polîtîkayên xwe yên ewlehiyê tundtir kirine û di bin navê "operasyonên li dijî sîxuran" de zextên li ser mûxalifên navxweyî zêde kirine.

Zêdetirî 4 hezar kes hatine girtin

Ji xeynî cezayên îdamê, hejmara girtiyan jî gihiştiye asteke metirsîdar. NY texmîn dike ku ji dawiya meha Sibatê û vir ve, zêdetirî 4 hezar kes bi tohmetên "têkdana ewlehiya neteweyî" hatine desteserkirin.

Ev pêla girtin û îdamkirinan nîşan dide ku rejîma Îranê hewl dide di dema şerê derva de, bi her awayî rê li ber nerazîbûnên navxweyî bigire daku eniya hundir neşike. Saziyên mafên mirovan fikarên xwe tînin ziman ku ji ber nebûna darizandineke dadperwerane û şertên giran ên şer, dibe ku ev hejmar di rojên pêş de hîn zêdetir bibe.