PeyamaKurd – Li gorî pêşnûmeya rapora Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku ajansa Reutersê bi dest xistiye, Çînê amadekariyên xwe yên leşkerî zêde kirine û armanc dike ku heta dawiya sala 2027an Taywanê dagir bike.
Di raporê de tê diyarkirin ku Pekînê zêdetirî 100 mûşekên balîstîk ên navparzemînî (DF-31) li nêzî sînorê Mongolyayê bi cih kirine. Pentagon texmîn dike ku hejmara serikên nukleerî yên Çînê, ku di sala 2024an de 600 bûn, dê heta sala 2030yî ji 1000î derbas bibe.
Rapor balê dikişîne ser ku Çîn bi plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo kêmkirina çekên nukleerî re eleqedar nabe. Di heman demê de, daxuyaniyên Trump ên ku dibêje "divê Taywan ji bo parastinê pere bide Amerîkayê", li herêmê bûye sedema fikarên ewlehiyê.
Hikûmeta Çînê ev rapor wekî "hewldana reşkirinê" bi nav kir û ragihand ku stratejiya wan a nukleerî tenê ji bo parastina ewlehiya welêt e. Çînê îsal budceya xwe ya parastinê ji sedî 7.2 zêde kir û amadehiya xwe ya ji bo bi karanîna hêzê ya li dijî Taywanê dubare kir.