Raport: Koça ji Rojava ber bi Ewropayê, 6 qat zêde bûye

Raport: Koça ji Rojava ber bi Ewropayê, 6 qat zêde bûye

PeyamaKurd- Di daneyên ku ji aliyê Ajansa Sînor a Ewropayê (Fronteks) ve hatin parvekirin, îsal hejmara Kurdên ku dixwazin ji Rojava û Suriyeyê koçî Ewropayê bikin, li gorî sala borî 6 qat zêde bûye.

Li gorî raporta Frontexê, di sala 2022yan de herî kêm 591 Suriyeyî gihîştine Îspanyayê û di rêya Cezayîr û Fasê re derbasî Deryaya Spî ya xeternak bûne.

Derbasbûna ji Deryaya Spî tercîh dikin

Li gorî raporta hat belavkirin, jêderên ku bi Parlamentoya Ewropayê re hevpeyvîn kirine, diyar kirine ku her hefte bi dehan Kurdên Rojava digihîjin bajarê Oran ê Cezayîrê û li benda keştiyekê ne ku bi rêya Deryaya Spî derbasî Ewropayê bibin.

Koçberên ku ji Lubnan, Misir, Lîbya û Cezayîrê bi rêya bejahî û hewayî tên, hewil didin ku ji vê derê ber bi Deryaya Spî ve xwe bigihînin Îspanyayê.

Tevî ku çûna Ewropayê di ser Tirkiyeyê re rêyeke kurttir e jî piraniya koçberan ji tirsa ku ji aliyê milîsên Suriyeyê yên bi piştgirîya Tirkiyeyê ve bên girtin, rêya bi ziviranok tercîh dikin.

Baran Remezan Mesko jî yek ji wan bi dehan Kurdên Rojava ye ku xwe gihandiye Cezayîrê û piştre xwe gihandiye Îspanya û piştre Almanyayê.

Meskoyê 38 salî, piştî rêwîtiya bi heftiyan hat Cezayîrê, piştî mehekê li vê derê rawestiya, tevî bi dehan kesî û tevî ku berê bi hezaran dolar dabû, bi keştiyek masîgiriyê ya biçûk, bi keştiya behra Spî çû Deryaya Spî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin