PeyamaKurd - Namzedê CHPê bo Serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce got: "Pirsa Kurdî li Tirkiyê heye. Emê çawa çareser bikin? Ev pirseke demokratîkbûn, azadî, çandî, aborî û di heman demê de exlaqê siyasî ye."
Înce li Wanê axivî û di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de nirxandin kirin.
Namzedê CHPê ragihand ku ew Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî û aliyên din ên civakê ji hev cuda nakin.
Înce wiha axivî:
"Pirsa Kurdî li Tirkiyê heye. Emê çawa çareser bikin? Ev pirseke demokratîkbûn, azadî, çandî, aborî û di heman demê de exlaqê siyasî ye. Di mijara parêzbendiyê de min guh neda partiya xwe. Min a rast kir, îro be ezê heman tiştî bikin. Siyaset karê rîskê ye. Em li Kurdan jî li Tirkan jî derewan nakin. Cihê çareseriyê Meclis e. Emê qenaleke TRTê ji bo van veqetînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin