PeyamaKurd – Piştî êrîşa rejîma Sûriyê bi ser leşkerên Tirk de ku 36 leşker li gorî amarên fermî hatine kuştin, Tirkiyê bi ser Ewropayê de biryara vekirina deriyên sînor bo penaberan dabû.
Di sê rojên dawî de bi deh hezaran penaberên Sûriyê û hin welatên din ên li Tirkiyê ne, ber bi sînorên Yunanistan û Bulgaristanê ve herikîn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şevê din got ku êdî Tirkiye ji çûna penaberan ber bi Ewropayê ve astengiyan dernaxe û hejmara penaberên ku karîne di nav 3 rojan de biçin Ewropayê eşkere kir.
Soylu ragihand, 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne Ewropayê. Soylu îro beyaniyê jî ragihand, hejmara koçberên ji ser Edirneyê derbasî Ewropa bûne bûye 76 hezar û 358
kes.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî derbarê penaberên Sûrî yên li Tirkiyê de ragihand ku 13 hezar penaberan berê xwe dane sînorê Tirkiye û Yunanistanê.
Rêxistina Koçberiyê ya (NY) ragihand ku li ser sînor, li 212 kîlometreyî 3 hezar penaberên di nav wan de, malbatên bi zarok jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin