Blinken li ser statuya Merasa Girtî nerazîbûn nîsanî Erdogan da

Blinken li ser statuya Merasa Girtî nerazîbûn nîsanî Erdogan da

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ji ber daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Bakurê Qibrisê Ersin Tatar nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir: “Provokatîf e û nayê qebûlkirin".

Amerîkayê li hemberî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Bakurê Qibrisê Ersin Tatar yên di derbarê statuya Meraşa Girtî nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di daxuyaniyekê de têkildarî vê mijarê de destnîşan kir, ew gav bi biryarên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî re “bi ti avayî nagunceve”.

Antony Blinken eşkere kir: "Amerîka, helwesta Tirkên Qibrisê ya ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniya wê tê kirin wek provokatîf dibîne û ew helwest nayê qebûlkirin û wê dijî danûstandinên çareserkirina krîzê dibîne.” nabîne."

Blinken da zanîn, daxuyaniyên Tatar û Erdogan biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin, ku bi zelalî hate qebûlkirin ku herêma Meraşa Girtî di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dibêje: “Em daxwazê ji Tirkên Qibrisî û Tirkiyê dikin ku ji biryara ragihandine û ji gavên di Cotmeha 2020an de hatine avêtin paşde bavêjin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin