Di bûyera Girtîgeha Kobaniyê de birîndarekî din can da

Di bûyera Girtîgeha Kobaniyê de birîndarekî din can da

PeyamaKurd - Di şewata ku di 12ê Îlonê de li Girtîgeha Navendî ya Kobaniyê derketibû de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde bû.

Li gorî agahiyên dawî Mesûd Hemo Reşoyê 35 salî û bavê 5 zarokan ê ku ji gundê Sûsanê bû û li nexweşxaneyeke Helebê dihat dermankirin, derengiya şeva borî jiyana xwe ji dest da .

Bi mirina Mesûd Hemo Reşo re ku yek ji birîndarên wê karesatê bû, hejmara şehîdên şewata girtîgehê gihişt 10 kesan.

Hat zanîn ku termên 9 kesên ewil di destpêka hefteyê de bi merasîmeke qelebalix li Kobaniyê hatibûn veşartin.