Wezîrê Derve yê Alman û Îsraîlê civiyan: Mafê Îsraîlê heye xwe ji êrîsan biparêze!

Wezîrê Derve yê Alman û Îsraîlê civiyan: Mafê Îsraîlê heye xwe ji êrîsan biparêze!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li Îsraîlê bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi re civiya.

Maas di civîna rojnamevanî de diyar kir ku mafê Îsraîlê heye parastina xwe ji êrîşan bike û daxwaza agirbestê di navbera aliyê Îsraîlê û Hemasê de kir.

Maas got ku Almanya ji bo pêkanîna aramiyê danûstandinê bi Qahîre û Washingtonê re dike û da xuyakirin: "Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo aramiya di navbera her du aliyan de."

Wezîrê Derve yê Îsraîlê spasiya Almanyayê kir û got: "Em hêvî dikin ku Almanya û welatên din piştgiriya mafê xweparastinê yê Îsraîlê bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin