PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterre bi sedema li Japonyayê li bajarê Atamiyê helan çêbû bû û hinek kes jiyana xwe ji dest dabûn, peyama taziyê bo Japonyayê belav kir.
Li gor ragihandina sekreteriya giştî ya NY, Guterres xemgîniya xwe bo bûyerê ji hukumeta Japonyayê re ragihandiye û weha gotiye:
“Sekreterê giştî bo malbatên mexdûran, hukumeta Japonyayê û xelkê Japonyayê taziyeyên xwe radigihîne.”
Li eyaleta Şizuokayê li bajarê Atamiyê bi sedema barana zêde, di 3 yê tîrmehê de helan çêbûbû, 4 kes miribûn û 64 kes wendabûn. 130 xanî zerarê dîbûn û 20 hezar xanî hatibûn valakirin.
Xebatên hukumeta Japonyayê yên bo dîtina kesên wenda hê jî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin