PeyamaKurd - Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) û rêberê Kurd Mesûd Barzanî, di 30ê Tebaxa 2026an de ji ber koça dawî ya Lazar Sako, peyameke sersaxiyê ya xemgîniyê ji bo Patriyarkê Kilîseya Keldanî ya Katolîk Kardînal Mar Luîs Raphaël Sako re şand.
Serok Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe ya kûr anî ziman, sersaxî li Kardînal Sako, malbat û hemû nêzîkên wan kir û di vê dema dijwar de ji bo wan aramî, sebr û tebat ji xwedê daxwaz kir.