Nauert: Em pistgirê danûstandinên avaker ên Hewlêr û Bexdayê ne

Nauert: Em pistgirê danûstandinên avaker ên Hewlêr û Bexdayê ne

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê ragihand, ew dixwazin Bexda û Hewlêr hevdîtinên avaker bikin.

Nauertê di civîna rojnamevanî ya li Koşka Spî bersiv da pirsên rojnamevanan.

Heather Nauertê li ser pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî bo Bexdayê ev bersiv da:

“Li gor zanyarên min, rola me di wan guftûgoyan de (Hewlêr-Bexda) nebû, lê her dem Amerîka dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi berdewamî bicivin û guftûgoyê bikin. Em ji wan daxwaz dikin guftûgoyên avaker bikin.”

Li ser hinardekirina petrola Kerkûkê jî Nauertê got, “Di baweriya me de, Iraq dikare bibe yarîzaneke girîngtir di bazara petrola cîhanê de û em jî çaverêyî vê yekê dikin. Derbarê data û astê hinaredekirinê de, ew bi me ve ne girêdayî ye, dikarin wê pirsê ji Hikûmeta Iraqê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin