PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku qontrola bajarê Tabqayê hê jî di destê wan de ye.
Çavkaniyên HSDê ji çapemeniya Kurdî re daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Bajarê Tabqayê di bin qontrola me de ye. Bi tu şiklî leşkerên Rejîma Sûriyê derbasî nava bajêr nebûne.
Berî niha hinek çavkaniyan îdda kiribûn ku ji bo ku hewceyiya av û ceyranê were pêkanîn, endezyarên Sûriyê ku berî niha di bendavê de dixebitîn, hatine ser karên xwe.
Hat îddakirin ku IŞÎDê zerar dabû bendavê û ji ber vê yekê jî HSD bi şirketa Rejîma Sûriyê ya bi navê Firatê re levhatiye ku bendavê tamîr bikin. Bendav di seetekê de 880 meqawatt ceyranê hildiberîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin