General Mazlûm bi Generalê Rûsî re civiya: ‘Civîneke berhemdar bû’

General Mazlûm bi Generalê Rûsî re civiya: ‘Civîneke berhemdar bû’

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî îro Fermandarê Hêzên Rûsî yên li Sûriyê General Alexander Chaiku re hevdîtinek pêk anî.

General Mazlûm li ser twitterê koşka seroktiya Rûsyayê nîşan kir û ragihand ku wan îro mazûvaniya Fermandarê Hêzên Rûsî yên li Sûriyê General Alexander Chaiku re hevdîtinek pêk aniye.

Mazlûm Ebdî wiha got, “Em bi mazûvaniya Fermandarê Hêzên Rûsî yên li Sûriyê General Alexander Chaiku kêfxweş bûn. Civîneke berhemdar bû. Em çaverê ne zêdetir xebatên hevbeş li ser berjwendiyên herdu welatan bikin.”

Mazlûm Ebdî li ser hevdîtinê bi twîteke zimanê Rûsî jî got ku wan bi fermandarê rûsî re li ser bicihkirina hêzên Rûsyayê li Amûdê, Til Temir û Eyn Îsayê li hev kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin