Recep Tayip Erdoğan diçe Kazakistanê

Recep Tayip Erdoğan diçe Kazakistanê

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo seredanekî fermî sibê diçe Kazakistanê. Erdoğan li Astanayê tevlî civîna konseya hevkariya stratejik ya Astana dibe û ji wê derê diçe Turkistanê da bi lîderên Rêxistina Dewletên Tirkî re bicive lê civîn fermî nîne.

Erdoğan, çûna gera xwe, di civîna serokên şaxên AKPê ya berfireh de ragihand. Erdoğan got ku li ser daweta serokê Kazakistanê Kasım Cömert Tokayev diçe Astanayê û li wê derê li ser têkiliyên navbera Tirkiyê û Kazakistanê biaxife û tevlî civîna konseyê bibe.

Di civînê de wê li ser mijarên weka aboriyê, leşkerî û çandî rawestin. Di 15 ê Gulanê de wê here Turkistanê û tevlî civîna lîderên dewletên Tirk bibe.