PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser kuştina Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Seyîd Razî Musawî di êrîşa Îsraîlê ya nav erda Sûriyê de, peyam da.
Berpirsê bilind ê Supaya Pasdarên Îranê Seyîd Razî Musawî, di êrîşeke dawî ya balafirên Îsraîlê de, li nêzî Şamê hatibû kuştin.
Reîsî di peyama xwe ya sersaxiyê de, gef li Îsraîlê xwar û got, “Wê sîyonîst berdêlê vê teqez bidin.”
Herwiha Reîsî îdia kir ku ‘êrîşa Îsraîlê ya ser Sûriyê ji ber neçarî û têkçûna rejîma sîyonîst li herêmê’ ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin