PeyamaKurd - Fermandarên Wezareta Pêşmerge Serleşker Îsa Uzeyr, gaziyê şerê li dijî DAIŞê Selman Ferman ku di dema erka xwe de kêm endam bubu , pêşwazî kir û plaketa rêzgirtinê arasteyî wî kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Serleşker Îsa Uzeyr di hevdîtinê de spasiya fedakarî, lehengî û berxwedana Selman Ferman kir û destnîşan kir ku qurbaniyên Pêşmergeyên gazî û birîndar her dem cihê şanaziyê ne û di pêşiya karên wezaretê de ne.
Pêşmerge Selman Ferman di dema puçkirina mîn û madeyên teqemeniyê yên DAIŞê de bi giranî birîndar bûbû û her du dest, her du pê û çavekî xwe ji dest dabû.