PeyamaKurd - Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li 3 mamosteyên mêr û cezayê pereyan jî li 5 mamosteyên jin birî. Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî der barê cezakirina hejmareke mamostayên bajarê Kirmanê yê Îranê de agahî parve kirin.
Li gorî nûçeyê, ji aliyê Şaxê Yekem ê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Kirmanê ve cezayê 70 milyon tûmen ji bo 5 mamosteyên jin hate birîn. Her wiha, li 3 mamosteyên mêr jî cezayê 6 meh zindanê hate birîn.