Rejîma Îranê civanê kurd bi darve kir

Rejîma Îranê civanê kurd bi darve kir

PeyamaKurd - Rejîma Îranê xwepêşanderekî din yê serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ li girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê bi darve kir.

Li gor agahiyên ku rêxistinên mafên mirov yên Îranê parvekirine, vê sibehê xwepêşanderê bi navê Arif Xoşkar ku di dema serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin, li girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê hat bidarvekirin.

Li gor heman agahiyan, dema ku Arif Xoşkar hatî binçavkirin dibin êşkenceya fîzîkî û derûnî de îfadeyên wê hatine girtin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku berpirsên rejîmê di dema îfade girtinê de gefa girtin û destdirêjiya zayendî ya li ser birayê biçuk yê Arif lê kirine.

Li gor heman agahiyan, derfet bi Arif Xoşkar nehatiye dayîn ku parêzerek serbixwe bigre û li dadgehek nedadperwerane de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.