‘Rejîma Sûriyeyê dest datîne ser malên xwepêsandêrên dijberî xwe’

‘Rejîma Sûriyeyê dest datîne ser malên xwepêsandêrên dijberî xwe’

PeyamaKurd- Li Sûriyeyê kesên ku li dijî Beşar Esad derdikevin, tên sizadan. Hat zanîn ku heta niha bi qasî 1,5 milyar dolar malên xwepêşandêrên dijberî rejîmê hatiye desteserkirin.

Ligorî agahiyên ku ji komeleya xizmên wenda û girtiyan ên Girtîgeha Sednayayê ya nêzîkî Şamê hatiye eşkerekirin; muxalifên ku tên binçavkirin, beriya veguhêzin girtîgehan, bi darê zorê bi wan belge destnîşan dikin da ku ew dest ji mal û milkên xwe berdidin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Şamê bi vê rêbazê dest datîne ser xanî, maşîn, zevî, xirş û xalên zînetî û alavên elektronîk ên giranbuha yên muxalîfan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin