Reuters: Di protestoyan de 44 kes hatin kustin

Reuters: Di protestoyan de 44 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Iraqê, ji ber nebûna xizmetguzariyan û gendeliyê ku 1ê Cotmehê dest pê kiribûn, di roja xwe ya 4an de berdewam dikin.

Li gorî raportên medyayî, her diçe hejmara kuştiyên di xwepêşandanan de zêde dibin û hêzên ewlekariyê jî bi tundî bersivê didin.

Ajansa Reutersê îro ragihand ku hejmara kuştiyên xwepêşandanan gihîştiye 44 kesan ku 24 kes di nav 24 saetên dawî de hatine kuştin.

Herwiha Ajans France Press (AFP) jî radgihîne ku di xwepêşandanên îro Înê yên li bajarê Bexdayê de, hêzên ewlekariyê gule bi ser xelkê de reşandine ku hîn ziyanên canî eşkere nebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin