Reuters: Ewropa, xwe ji bo hatina penaberan amade dike

Reuters: Ewropa, xwe ji bo hatina penaberan amade dike

PeyamaKurd- Rayedarên herêmî yên ku ji bo Reutersê axivîne, ragihandine ku ji ber serma û qeyrana enerjiyê ya li Ukraynayê, Slovakya li hember qeyraneke mezin a hatina penaberan re rû bi rû maye.

Di nûçeya hat parvekirin de hat diyarkirin ku rayedarên Slovakyayê, xwe li ser texmîna hatina penaberên Ukraynayê amade dikin.

Li ser mijara qeyrana penaberan ku tê payîn, raportek jî hatiye amadekirin û wisa tê texmînkirin ku dibe 700 hezar penaber vê zivistanê derbasî Slovakyayê bibin.

Her wiha hat ragihandin ku welatên Ewropayê jî ji bo amadekariya qeyraneke nû ya penaberan, navendên qebûlkirinê vekirine û gelek berhemên ku pêdiviyên jiyanî ne, dabîn kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin