PeyamaKurd – Reutersê diyar kir, hêzên ewlekariyê yên Iraqê nêzî Bingeha Esmanî ya Eyn el-Esed ku hêzên Amerîkî lê dimînin, dronek xistine xwarê.
Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê daye zanîn, hîn nayê zanîn ku li ser dronê bombe hebûn an nebûne.
Herwiha rayedarên Iraqê eşkere dikin ku di encama bûyerê de tu kuştin û zarara madî çênebûye. Berpirsên Iraqî jî li ser dronê tu agahiyên zêdetir heta niha nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin