PeyamaKurd – Li gorî agahiyên nû yên ku ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê karbidestên Îranî par ve kirine, piştî êrîşên dijwar ên sibeha îro, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî jiTehranê hatiye derxistin û bo "cihekî ewle" yê veşartî hatiye veguhestin.
Ev gava lezgîn piştî wê yekê hat ku Îsraîl û Amerîkayê di operasyoneke hevbeş a bi navê "Mertalê Cihûdayê" de, dilê desthilatdariya Tehranê û navendên biryardayînê yên Pasdarên Şoreşê (IRGC) kirin armanc.
Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê ISNAyê, hûrgiliyên lerizok derbarê encamên êrîşan de par ve kirin. Tê ragihandin ku di encama bombebarana li ser navendên îstîxbaratî û baregehên leşkerî de, bi hezaran endamên Pasdarên Şoreşê hatine kuştin an jî birîndar bûne. Her çend ev hejmar hîn bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin jî, şahidên li Tehranê dibêjin ku binesaziya Rêveberiya Îstîxbaratê ya IRGCê bi giranî hatiye rûxandin û ambûlans li seranserî paytextê di nava tevgerê de ne.
Karbidestekî ewlehiyê yê Îsraîlî ji Reutersê re eşkere kir ku operasyona "Mertalê Cihûdayê" ne biryareke ji nişka ve bû, belê bi mehan hatibû plankirin û dema wê beriya çend hefteyan hatibû diyarkirin.
Armanca stratejîk a vê operasyonê, jiholêrakirina "gefa hebûnî" ya li ser Îsraîlê ye. Di vê çarçoveyê de, balafirên şer bi taybetî cihên avêtina mûşekên balîstîk û baregehên dronan (UAV) yên Îranê kirine hedef da ku şiyana bersivdayînê ya Tehranê bişkînin.
Hevdem bi êrîşê re, Îsraîlê li seranserî welat "rewşa awarte" îlan kir. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) hişyarî da welatiyan ku ji ber îhtîmala êrîşeke mûşekî ya tolhildanê ji aliyê Îranê ve, nêzîkî stargehan bimînin. Asmanê Îranê niha bi temamî girtî ye û nezelaliya li ser çarenûsa rêveberiya Tehranê, herêmê ber bi lûtkeya metirsiyê ve dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin