Rêvebiriya Afxanistanê dê her hevdîtinan bike

Rêvebiriya Afxanistanê dê her hevdîtinan bike

PeyamaKurd- Serokê Rêvebiriya kongreya Îcrayê yê Afxanistanê Abdûllah Abdûllah ragihand ku hukumeta Afxanistanê bi biryare ku bi Talîbanê re hevdîtinan bike.

Abdûllah, di civîna 73emîn ya Netweyên Hevgirtî de axifî got ku ew li dijî terorê têkoşîna xwe didin dewam kirin û hewla rakirina terorê ji holê didin. Abdûllah got ku hinek dewlet bo berjewendiyên xwe rêxistinên terorê bikartînin û divê hemû dewlet li dijî terorê têbikoşin.

Abdûllah got ger rêxistin dev ji terorê berde, wê herkese wan bibe xwediyê mafên ku her hemwelatiyên Afxanistanê xwedîne. Divê kampên rêxistinên terorê bên girtin û kirdeyên wan derên pêşberê dadgehê û di van mijaran de li benda alîkariyên welatên dostin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin