PeyamaKurd – Rêxistina serhildêr ya Komara Kongo ya Demokratîk M23 piştî payîtexta eyaleta Kivuya Bakûr ya Kongoyê Gomayê xist destê xwe, niha navça Kaleheyê jî xist destê xwe.
Di şerê navbera hukumetê û M23an de 500 hezar zêdetir kes ji ser warên xwe rabûn û jimara kuştiyan li dora 3 hezariye.
Li gor çapemeniya Kongoyê; serhildêrêm M23an çend roj bi hêzên hukumetê şer kirin û karibûn kontrola navça Kalehe bixin destê xwe. M23 berê ciyên wekî Lumbishi, Numbi û Shanjeyê xistibûn destê xwe û şerê her dû terefan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin