PeyamaKurd - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Nîştimanî ya Îranê Muhsin Rizayî ragihand ku ew ê li dijî tecrîda aborî û ambargoya DYAyê bêdeng nemînin.
Rizayî diyar kir ku ew ê bi sepandina "herêma qedexe" ya ji Kendava Farsê heta herêma ku abluka dest pê dike bersiva şerê aborî bidin û anî ziman ku helwêsta wan a li dijî keştiyên şer û bingehên leşkerî yên Amerîkayê hatiye nûjenkirin.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmeta Kanadayê da ku piştgiriyê didin cezayên li dijî Îranê.
Bekayî diyar kir ku Kanada li şûna ku li dijî êrişkarî û terorîzma aborî ya DYAyê derkeve, bi van daxuyaniyan serî li ber siyasetên tirsandinê ditewîne û rastiyan çewt nîşan dide.