Peyamakurd- Hat îdiakirin ku hevjîna Şêxê Dubeyê bin Husên bi du zarokên xwe û bi dehan milyon dolar ve reviyaye û guman heye ku li Londonê niştecih bibe.
Çapemeniya Brîtanyayê ragehandiye ku Şahjin Heya Bin Husên a hevjîna hakimê Dubeyî û serokwezîr û cîgirê serokê Îmaratê Mihemed Bin Raşid, ji welat reviya ye û guman heye li Londonê niştecîh bibe.
Heya Bin Husên ku xwîşka Şah Ebdula yê duyem ê Şahê Urdinê ye, Keç û kurê xwe yê bi navên Celîle ya 11 salî û Ziyad ê 7 salî jî li gel 31 milyon paundê Brîtanî ango zêdetirî 39 milyon dolar biriye û dixwaze ji Mihemed Bin Raşid cuda bibe û jiyaneke nû destpê bike.
Heya Bin Husên sala 1974ê li Umman a paytexta Urdinê ji dayîk bûye û sala 2004ê li gel Mihemed Bin Raşid zewicî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin