PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Emaratan yê Kurdistanê bi Ahmed Îbrahîm Saîd el- Zahirî re hevdîtinekî kir û di hevdîtinê de Barzanî ragihand ku ew dixwazin di her sehayê de têkiliyên xwe bi Emaratan re xurt bikin û di vî warî de xebatê dikin. Li gor ragihandina serokwezîrtiya Kurdistanê Barzanî weha gotiye:
“Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêşdebirina têkiliyên xwe yên di her sehayê de bi Emaratan re. Ji herêma Kurdistanê bo xwendevanan, karsazan û şîrketên biyanî derfetên kar hene.”
Şerê bi İŞİD ê re û koçeberên ku hatine Kurdistanê mijara her dû aliyan bû. Bi sedema alîkariya Emaratan ya mirovî ku bo koçberan kirine, Barzanî sipasiya El Zewahîrî kir. Zawahîrî ragihand ku wê alîkariya wan bo koçberan dewam bike û bo xurtkirina têkiliyên her dû dewletan ji Barzanî re sipasiya xwe kir.
Zawahirî xweşbîniya pêkvejiyanê li Kurdistanê berz nirxand û ragihand ku ew têgihîştin hêjayê teqdîrê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin