Ji endamê vedana gora komî bangewazî: Werin bi çavên xwe bibînin!

Ji endamê vedana gora komî bangewazî: Werin bi çavên xwe bibînin!

PeyamaKurd – Yek ji endamê tîma vedana gorên bi kom yên li devera Semawe ya Iraqê hatiye dîtin Enwer Umer Seîd li ser rûpela xwe ya medya civakî bangewaziyek kir ku dezgehên sivîl û fermî yên Kurdistanê bikevin tevgerê.

Herwiha Seîd daxwaz ji rojnamevan, derhênerên fîlman û dîplomat û nûnerên welatên biyanî jî kir ku biçin serdana wê deverê û bi çavên xwe bibînin ka çi anîne serê gelê Kurd.

Gora bi kom ya herî dawî ku di salên 80yî de di heyama Sedam Hûsên de, komkujî li dijî Kurdan kiribû çend roj berê li devera Semawe ya parêzgeha Musena ya Iraqê hatibû dîtin û hîn jî vedana wê dewam dike ku bi sedan kurdên enfalkirî tê de ne.

Enwer Umer Seîd bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, Serokatiya Parlementoya Kurdistanê û tevahiya dezgehên fermî û sivîl yên Kurdistan û Iraqê kir, rojnamevan, derhêner, balyoz, konsûl, dîplomat, dezgeh û saziyên navdewletî bînin cihê vedana gora komî û bila bi çavên xwe bibînin bê çi anîne serê kurdan.

Enwer Umer Seîd dibêje, “Bila bên û bibînin ka 31 sal berê çawa zarokên sava li ber himbêzên dayikên xwe bi saxî hatin çalkirin! Wan 31 sal berê çavên xwe li hember vê jenosîdê girtin lê bila niha bibînin… Bila bên bibînin 31 sal berê, beriya roja heşrê, qiyamet bi ser kurdan de hat…!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin