PeyamaKurd - Desteya Niştîmanî ya Windabûyan dest bi lêkolînan û komkirina belgeyan ji gora komî ya li gundewarê Helebê hatibû dîtin kir daku nasnameya 56 qurbaniyan were naskirin.
Hate ragihandin ku îro 1ê Gulanê tîmên Desteya Niştîmanî ya Windabûyan li gel berevaniya sivîl û aliyên xwecihî yên peywendîdar ên Sûriyê dest bi komkirina belgeyan ji bo naskirina nasnameya 56 qurbaniyên ku di gora komî ya li gundê Mezre´et El-Rahib li devera Sifîrê a başûrê Helebê hatibû dîtin kir.
Ji wan terman bi tenê hin hestû mane û ji bo Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê hatin veguhestin ji bo hewla naskirina nasnemeya qurbaniyan.
Li gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin, sala 2013an hêzên rêjîma Esed 56 kes kuştibûn û avêtibûn bîrekê li wî gundî.
Piştî hilweşîna rêjîma Esed, bi dehan gorên komî li Sûriyê hatine dîtin ku di wan goran de bi hezaran term hebûn.