Di demeke nêz de Iraq û Herêma Kurdistanê li ser petrolê digihêjin rêkeftinê

Di demeke nêz de Iraq û Herêma Kurdistanê li ser petrolê digihêjin rêkeftinê

PeyamaKurd – Di demeke nêzîk de, Wezareta Nefta Iraqê bi Hikûmeta Kurdistanê re li ser mijara petrolê li hev dikin.

Li gor Wekîlê Wezareta Petrola Iraqê Kerîm Hetab ji televîzyona K24 re ragihand, em û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de dê li ser petrolê bigihên rêkeftinê.

Herwiha Kerîm Hetab diyar kir, her gava em gihîştinê rêkeftinê, em ê ji raya giştî re jî bêjin.

Berpirsê Iraqî da zanîn, ew hêvîdar in Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ne tenê li ser petrolê, lê li ser tevahiya arîşeyan bigihên rêkeftineka giştî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin